ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Hêzên siûdî ketin kemîna artêşa Yemenê û gellek ji wan hatin kuştinê

Hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê bi opêrasiyoneke kemînê karîn ku bi dehan çekdarên siûdî bikujin an birîndar bikin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a El Mesîreyê, roja sêşemiyê li pey cihanîna opêrasiyona kemînê (xefik) ji aliyê hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li navçeya El Buqeya derdora Necaranê, bi dehan kes ji kirêgirtiyên siûdî hatin kuştin an buirîndar bûn.

Hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê berî vêya êrîşa berfireh a çekdarên siûdî li ser baregehea leşkerî ya El Şebekeyê li Necranê têkşikandin û hejmarek ji leşkerên siûdî û kirêgirtiyên wan kuştin û du erebeyên wan ên leşkerî jî rûxandin.

Ev têkçûna leşkerên siûdî di rewşekê da qewimî ku piştgiriya berfireh a hewayî ji wan dihate kirin.

Her wiha yekîneya mûşekî ya artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê qayqeke tundrê ya leşkerî ya çekdarên siûdî li bendergeha El Mexayê li parêzgeha Teêzê dane ber êrîşan.

Yekîneya mûşekî ya Yemenê di roja 27`ê Mijdara buhurî da jî hejmareke qayqên leşkerî yên Erebistanê li perravên navçeya Zebabê li Bab El Mendeba Teêzê ji nav birin.

Êrîşên Erebistanê li ser Yemenê ji 26`ê QAdara 2015`an heta niha bi armanca vegerandina Evderebbeh Mensûr Hadî serokoamrê îstîfakirî û  revyayî yê Yemenê bo ser desthilatê dest pê bûne.

Dewama êrîşên Erebistanê li ser Yemenê bûye sebeb ku ehta niha zêde ji 10 hezar bên kuştin û bi miliyonan kesî ji elatiyên yemenî aware bin û binavahiyên vî welatî bên kavilkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu