FilistînNûçeRojhilatanavin

Fetwaya Cîhada Îslamî: “Bifermînaskirina Israîlê heram e“

Tevgera Cehada îslamî ya Filsitînê di salvegera dayîna daxûyaniya Balforê ragihand ku ji bihosteke axa Filsitînê û her wiha mafê gelê wê derbas nabe û bifermînaskirina Rêjîma Siyonîst wek “Batil û Heram“ da zanîn.

Li gorî rapora Fars News`ê, Tevgera Cehada îslamî ya Filistînê di sedemîn salvegera dayîna daxûyaniya Balforê ragiahnd ku dê ji piçeka axa Filistînê derbas nebe ş li ser dewama “Mafê vegeriyanê“ pêgirî kir.

Tevgera Cehada îslamî ya Filistînê di dewamê da ragihand ku rêya cehad û berxwedanê heta azadkirina tam a Filsitînê didomîne û olanên siyasî dê wan ji vê rêkê dernexîne.

Vê tevgera filistînî ragihand: “Tevahiya liv û tevgerên siyasî ku bixwazin derbeyê li ramanên neguhêrbar ên Filsitînê xînin an rê li ber gelê Filsitînê bona daxwaza tam a mafê xwe û hebûna çekê bigirin, ji hêla me va redkirî ne“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu