NûçeRojhilatanavinSûriye

Gelê Golanê dijî hilbijartina Siyonîstan meşîyan

Xelkê Golana dagîrbûyî ya Sûriyê bi lidarxistina xwenîşandaneka berfire, careka din dijayetiya xwe ya li hember hilbijartina bajêrvaniyê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve ragihandin.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Ajansa nûçeyan a MEHR`ê ji zarê El Meyadînê, ev xwenîşandana li bajaroka Mecdel Şemsê li Golana dagîrbûyî ya Sûriyê bi beşdariya berfireh a gel û kesayetiyên olî hate lidarxistin.

Kesayetiyên dînî yên li Mecdel Şemsê, ragihandin: Dijî lidarxistina vê hilbijartinê ne û Golana Dagîrbûyî, pişkek ji Sûriyê ye.

Hevgavê vê yekê konseya herî bilind a olî ya gundên Golana Dagîrbûyî, ev hilbijartina boykot kir û berendambûn yan jî dengdayînê heram ragihand.

Berî niha jî xelkê navça Golana Dagîrbûyî ya Sûriyê, bona nîşandayîna nerizamendiya xwe ya li hember lidarxistina hilbijartinê û siyaseta cihûkirinê ya Rejîma Siyonîst, tevî lidarxistina xwenîşandanê, alaya Sûriyê rakirin û agirberdana li formên hilbijartinan pêgîrî kirin, wê heya dema lidarxistina vê hilbijartinê li dawiya Cotmehê, vê xwenîşandana xwe berdewam bikin.

Rejîma Siyonîst di sala 1967`an de pişkeka mezina bilindiyên Golanê li Sûriyê dagîr kir. Bilindiyên Golanê, ketiye parêzgeha Quneyterê û pişka başûrê rojava ya axa Sûriyê.

Artêşa Sûriyê destpêka meha Hezîranê derbasgeha Quneyterê ku ji hêla stratêjîk ve pirr girîng bû, girte destê xwe.

Başa dön tuşu