ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşeya ceryanê ya Îranê xwedîyê şebekeya herî mezin a ceryanê li deverê ye

Rêvebirê şîrketa av û ceryana Îranê got: Pêşeya kehrebayê ya Îranê wekî şebekeya herî mezin a pêşeya ceryanê li deverê, çiqên curbicur û berfire hene.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Areş kurdî rêvebirê şîrketa av û ceryana Îranê îro li merasima destpêbûna “ sî û yekemîn konfiransa navnetewî ya ceryanê“ li Têhranê, mijara ênêrjîyê li rêza mijarên girîng li cîhana roja îro zanî û got: Ast û hejmara navend û alavên karkirinê, cîgeha cehanî li warê potansîyel û bêminetîyê li babeta çêkirina alavan, ji taybetmendîyên pêşeya kehrebaya Îranê ne.

Wî bikaranîna hêza insanî ya şareza û pispor, raberkirina xizmetên teknîkî û endazyarîyê bo welatên din, hebûna şîrketên mezin li beşên curbicur jî piştrastkerê vê cîgeha bilind a pêşeya Îranê li nav welatên navçê zanî û got: Serketin û destkevtên zaf û bêhempa yên zanîngeh, navendên zanistê û konfirans û kombûnên pisporîyê li çiqa kehrebayê li Îranê bi başî kifş û li ber çevan e.

Almanîya, Îtalîya, Çîn, Swêd û Romanî bi 9 sêmînaran li sîûyekemîn konfiransa navnetewî ya ceryanê li Têhranê  ku mideha 3 rojan li Têhranê tê lidarxistinê, têknolojîyên herîdawîyê li pêşeya ceryanê didin nasandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu