İslami Davet Kurdi Bange İslami

2 hezar û 300 çekdarên DAIŞê hatine kuştin

Li gorî amarên leşkerî ji destpêka operasyona Mûsilê heta niha zêdetirî 2 hezar 300 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

 

Ev nêzîkî mehekê ye operasyona Mûsilê dest pê kiriye. Hêzên Artêşa Iraqê karîne xwe bigihînin nav bajêr lê niha pêşdeçûna hêzên ıraqî hêdî bûye.

Şirovekarê serbazî Îhsan Qeysûn derbarê guhertina tektîkên DAIŞê de dibêje, “DAIŞê sûd ji şerên din wergirtiye. Ji ber vê jî taktîkên xwe zû bi zû diguhere. Niha bi hejmareke kêm a çekdaran êrîşên bi lez dike da ku ziyanên wan kêm be û yê beramber jî zêde bibin. Herwiha êrîşên xwekujî jî dike.”

Fermandarê hêzên Dije Terora Iraqê Ebdulxenî Esedî jî diyar dike ku ew li gorî plana hatiye dariştin pêşve diçin.

Esedî got: “DAIŞ xelkê sivîl weke mertalên zindî bikar tîne. Em dixwazin cane mirovên sivîl biparêzin. Em li bajarekî operasyonê dikin ku hejmara şêniya wê milyonek 500 hezar kes in. Ji ber vê jî dibe li hinek cihan operasyon bi sistî bimeşe. Ev jî bi taybet ji bo parastina xelkê sivîl e.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version