ÎranNûçeRojhilatanavin

2 hêzên sînorparêz ên Îranê bi destê qaçaxçîyan hatin şehîdkirinê

Fermandeyê çiqa sînorparêzîyê ya hêza Intizamî ya Komara Islamî ya Îranê got: 2 hêzên sînorparêz ên Komara Islamî ya Îranê di encama pevçûna li hemberî qaçaxçîyên madeyên hişber li sînorê bakura parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li başûra rojhilata Îranê hatin şehîdkirinê.

Serleşker Qasim Rizayî îro ragihand: Hêzên sînorparêz ên Îranê şeva buhurî di encama 2 opêrasyonên cida li dijî qaçaxçîyên madeyên hişber de zêde ji toneke madeyên hişber digel hejmarek çek û rextên sivik û nîvgiran û alavên têkilîyê li sînorên Zabol û Zahidanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê keşif û zevt kirin.

Wî herwiha got: Di vê pevçûnê de, komên têrorîst piştgirîya leşkerî dan qaçaxçîyên madeyên hişber.

Serleşker Rizayî herwiha got: Di encama van opêrasyonan de 2 qaçaxçîyên madeyên hişber hatin kuştinê û yên mayî jî ber bi axa Efganistanê ve revîn..

Komara Islamî ya Îranê di xeta pêşîn a têkoşîna dijî qaçaxa madeyên hişber li cîhanê de ye û heta niha zêde ji 3 hezar şehîd û bi dehan hezar birîndar di vê rêkê de pêşkêş kirine.

NY jî Îran wek alahilgirê têkoşîna dijî madeyên hişber bi nav kirîye.

Başa dön tuşu