ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

2 milyon zarokên yemenî derfeta xwendinê ji dest dane.

Sindûqa zarokan a NY, UNICEF`ê ji aliyên têkildarê şerê li Yemenê xwest ku xwendingehên vî welatî biparzin.

 Li gorî rapora Xîn Hawayê, Julien Harneis nunerê UNICEF ê li karûbarên Yemenê roja sêşemiyê ji aliyên têkildar li vî welatî xwest ku bi vebûna  xwendingehan canê xwendevan û mamosteyên  yemenî biparzêin da ku li sîstima hîndekariyê nakokî çê nebin.

Li gorî vê raporê Li encama  êrişên bêrehmane yên Erebistanê ser Yemenê ku ji Adara 2015an destpê bûye zêde ji 2 milyon zarokên yemenî derfeta xwendinê ji dest dane.

Raporên UNICEF ê her wiha nîşan didin ku zêde ji 2 hezar û 100 xwendingeh li Yemenê ji ber hegerên  curbicur ji wan zêdebûna  xisarên li encama  êrişên Rejîma Siûdî an niştecîkirina  awareyan êdî bikêr nayên

UNICEF ê ragihandiye ku jibo avedankirina  xwendingehên Yemenê û dabînkirina  çavkaniyên  pêdivî jibo cihhatina  armancên  hîndekarî û perwerdeyê li vî welatî 34 milyon  dular bûdce pêwîst e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu