Sindûqa zarokan a NY, UNICEF`ê ji aliyên têkildarê şerê li Yemenê xwest ku xwendingehên vî welatî biparzin.
Li gorî rapora Xîn Hawayê, Julien Harneis nunerê UNICEF ê li karûbarên Yemenê roja sêşemiyê ji aliyên têkildar li vî welatî xwest ku bi vebûna xwendingehan canê xwendevan û mamosteyên yemenî biparzêin da ku li sîstima hîndekariyê nakokî çê nebin.
Li gorî vê raporê Li encama êrişên bêrehmane yên Erebistanê ser Yemenê ku ji Adara 2015an destpê bûye zêde ji 2 milyon zarokên yemenî derfeta xwendinê ji dest dane.
Raporên UNICEF ê her wiha nîşan didin ku zêde ji 2 hezar û 100 xwendingeh li Yemenê ji ber hegerên curbicur ji wan zêdebûna xisarên li encama êrişên Rejîma Siûdî an niştecîkirina awareyan êdî bikêr nayên
UNICEF ê ragihandiye ku jibo avedankirina xwendingehên Yemenê û dabînkirina çavkaniyên pêdivî jibo cihhatina armancên hîndekarî û perwerdeyê li vî welatî 34 milyon dular bûdce pêwîst e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)