Berdevkê operasyona Bexdayê ragihand hewldana du terorîstên întiharî ku dixwestin herin nav navendeke eskeriyê li vî bajarî hat bêencamkirin.
Li gorî nivîsa malpera Someriye Newsê, Sed Mein fermandê operasyona Bexdayê îro çarşemiyê ragihand hêzên leşkira 55`an a artêşa Iraqê hewldana du terorîstên întiharî jibo derbasbûna nav navenda vê leşkirê li navça El-Dewaşê li başûrê rojava vî bajarê bêencam kirin.
Wî diyar kir: Ev hêz ber bi du întihariyên navbuhurî gulle avêtin û berî ku ew bighêjin armanca xwe, teqandin vêca hêzên eskerî yên iraqî tu ziyanek nedîtin.
Paytexta Iraqê li mideha mehên buhurî bi awayekî berbilav şehedê teqînên curbicur bûye ku ku piraniya wan bi bombeyên ku li kêleka rê an nav trimbêlên giştî hatine danîn,cih hatine û kesên gorî hemî xelkê sivîl ên Iraqê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)