NûçeRojhilatanavinSûriye
2 zarok bûne qurbaniyên bombebarana balafirên Tirkiyê
Di encama bombebarana balafirên tirk a li ser gundên Minbicê de, derket holê ku 2 zarok bûne qurbanî.
Balafirên şer ên dewleta tirk duh bi şev gundê Sebwêran ê li rojavayê Minbicê bombebaran kirin û di encamê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Du zarok jî di nava van 6 kesan de hene ku ji heman malbatê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)