CîhanNûçeRojhilatanavin

20 kes li Keşmîrê hatine kuştin

Di şer û pevçûna di navbera xelkê nerazî û polîsên Hindûstanê 20 kes hatine kuştin û 70 kes jî birîndar bûn.

Li gor rapora IRIB Newsê,Di şer û pevçûna duh yekşemê di navbera xelkê nerazî û polîsên Hindûstanê 20 kes hatine kuştin û 70 kes jî birîndar bûn.

Karbidestên Keşmîrê ragihandin ku duh ji ber şer û pevçûna xelkê nerazî û polîsê Hindûstanê roja herî xwînavî ya vê navçê li van salên vê dûmahîkê bûye.

Hatiye ragihandin ku li van şer û pevçûnan 3 esker hatine kuştin û hêtimal heye ku 13 ji van kuştiyan jî endamê grûpekî çekdar bin.

Bingehên nûçan ragihandine ev şer û pevçûna di navbera xelkê nerazî û polîsê Hindûstanê li navçên Şûpyan û Anantanga Kişmîrê qewimîne.

Bingehên xwecî ragihandine ku ji ber van şer û pevçûnan hatin-çûna tirenan hate rawestandin.

Qumandekî derecebilinde artêşa Hindûstanê ragihand ku ev roja ji bo hêzên ewlehiya vî welatî rojekî taybet bû û eva operasiyonek dijî grûpên çekdar li newala Kişmîrê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu