ÎranNûçeRojhilatanavin

Cejna cîhanî ya Newrozê li Koşka Golistana Têhranê birê ket

Cejna cîhanî ya Newrozê li Koşka Golistana Têhranê bi rê ket û li vê rêûrismê temaşevan û kesên hazir li vê cejnê, ji bernamên mûsîqaya navçên curbicur ên Îranê û rêûrismên din ên xelkê li sersala nû mifa wergirtin.

Li vê cejna cîhanî ya Newrozê li Koşka Golistanê, bernama behrewergirtina ji tembra nû ya Newrozê jî pêk hat û xelkê pêşwaziyeke germ ji nîşangeha Newrozî kirin.

Birêketina nîşangeha wêneyan, babetên balkêş ên peywendîdarî Newrozê, dosiya Newrozê li welatên cîhanê, belgeyên dîrokî yên Newrozê, nasandina şûnewarên dîrokî yên Îranê ku wekî mîrata cîhanî hatine qeydkirin û nîşandana pêşeyên destî ji xalên din ên vê cejnê bûn.

Zehra Ehmedîpûr alîkara serokkomarê Îranê û serokê saziya Mîrata Çandî, Pêşeyên Destî û Geştyariya Îranê li vê rêûrismê got: Newroz cejneke cîhanî ye û tenê yê netewekê nîne ku helbet xîm û binyata vê cejnê Îran e û em rêz û hurmeta vê medeniyeta sêhezarsalî ya welatê xwe digirin û Newrozê wek nîşanek girîng ji çanda dewlemend a xelkê Îranê dizanin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu