200 girtiyên li hepsek Grava Sumatrayê ku duh di dema nimêja iniyê reviyabûn, hatin dîtin.
Duh bi qasî 200 girtiyên Girtîgeha Sialang Bungkuk ya li Grava Sumatrayê, dema nimêja iniyê firsetê pê xistin û reviyan. Hat ragihandin ku girtî ji ber nebûna derfetên xwarin û vexwarinê û muameleya gardiyanan firar kirine.
Li gorî agahiyên ajansa Antarayê ji 200 mehkumên firarî 195ê wan hatine girtin û lêgerîna 5ê mayîn jî tê kirin.
Mehkumên firarî li herêma Pekanbaru li cihên ku xwe vedişartin hatin dîtin û girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)