IraqNûçeRojhilatanavin

200 jinên êzîdî li Fellûcê asê mane

Qayîmeqamê Şingalê eşkere kir: Derdora 200 jinên êzîdî li Fellûcê asê mane

Qayîmeqamê Şingalê ragihand, çekdarên DAIŞ`ê derdora 200 keç û jinên êzîdî revandibûn bajarê Fellûcê lê heta niha tenê 4 jê hatine rizgarkirin, yên din jî nayê zanîn çi hatiye serê wan.

Mehma Xelîl ji BasNewsê re got bi qasî ku em dizanin derdora 200 keç û jinên êzîdî, yên ku ji aliyê DAIŞ`ê ve hatibûn revandin, li Fellûcê bûn. Heta niha tenê 4 ji wan hatine rizgarkirin.

Qayîmeqamê Şingalê anî ziman ku ew her roj hewl didin wan keçên ku li Fellûcê asê mane, rizgar bikin lê heta niha ti encamek wernegirtine û nayê zanîn çi hatiye serê wan keçan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu