IraqNûçeRojhilatanavin

Biryargeha herî mezin a DAIŞê hat kontrolkirin

Li Mûsilê biryargeha herî mezin a DAIŞê ya ku ji bo perwerdehiya milîtanên zarok û xwarinê dihat bikaranîn, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat kontrolkirin.

Biryargeha terorîstên DAIŞê, ku berê ji bo trênê weke tunelê hatibû amadekirin û ji aliyê DAIŞê ve navê Biryargeha Tedmûrê lê hat kirin, ji aliyê hêzên ewlehî yên Iraqê ve hat kontrolkirin. Hat gotin ku ew biryargeh nêzîkî balafrixaneya Mûsilê ye.

Rayedarê hêzên ewlehî yên Iraqê Muqdem Ebdulemîr diyar kir ku ew zarokên ku ji aliyê DAIŞê ve dihatin revandin an jî yên ku bi xwe beşdarî DAIŞê dibûn, li vê biryargehê dihatin perwerdekirin.

Hêzên ewlehiyê piştî ew biryargeh kontrol kirin, ew der ji teqemeniyan paqij kirin. Her wiha hat diyar kirin ku bilindahiya tunelê bi qasî 10 mitroyan e û dirêjahiya wê jî nêzîkî 2 kîlomitro û nîv e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu