ÎranNûçeRojhilatanavin

200 milyon belgên dengdayînê li Îranê hatine amadekirin

Wezîrê karên hindir ê Îranê ragihand: 200 milyon belgeyên dengdayînê jibo lidarxistina hilbijartinên 19 Gulanê li Îranê hatine amadekirin ku di rewşeke taybet de, tên xweyîkirin û dê werin şandin bo navendên dengwergirtinê.

Ebdulriza Rehmanî roja pênşemiyê li kêleka  seredana navenda hilbijartinên parêzgeha  Bûşihrê(başûrê Îranê) got: Temhîdên qanûnî jibo lidarxistina  hilbijartinên serokkomariyê, konseyên bajêr û gundan û navdewrê ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê hatine texmînkirin.

Wezîrê karên hindir  ê Îranê got : Her yek ji beşên van hilbijartinan bi qanûn û proseyeke  taybet tê lidarxistin ku li vê peywendiyê hevdengiyên  pêdivî bi  teşkîlatên  têkildar li warê  çavdêriyê re pêk hatine.

Rehmaniyê Fezlî diyar kir: Meclisa şêwra Îslamî ya Îranê  çavdêriyê dike ser pêncemîn dewra hilbijartinên konseya bajêr û gundan û konseya zêrevan a destûra bingehîn a Îranê jî çavdêriyê dike ser hilbijartinên 12`emîn dewra serokkomariyê û hilbijartinên  navdewrê yên meclisa Îranê.

Wezîrê karên hundir  a Îranê destnîşan kir: Ji 20 Adarê ve tomarkirina navên  berbijarên  hilbijartinên konseyên bajêr û gundan û ji 11 Nîsanê jî tomarkirina navê berbijarên  hilbijartinên  serokkomariya  Îranê destpê dibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu