ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Sefera mîrê Kuwêyîtê bo Erebistanê

Piştî derketina aloziya di navbera Qeterê û çend welatên ereb de, mîrê Kuwêyîtê îro sêşemê dê seredana Riyazê bike.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Piştî derketina aloziya di navbera Qeterê û çend welatên ereb da Şêx Sebah Ehmed Cabir El-Sebah mîrê Kuwêyîtê îro sêşemê dê seredana Riyazê bike û bona kêmkirina vê kirîzê tev Melik Selman paşahê Erebistanê gotûbêjê bike.

Behrêyn, Erebistan, Imarat û Misrê ragihandin ku peywendîyên dîplomatîk ên bi Qeterê re sekinandin. Wan herwiha geştên esmanî û deryayî yên ber bi Qeterê jî rawestandine û derbasgehên bejayî ser Qeterê da jî girêdane. Wan welatana Qeter bi piştevaniya ji terorîstan, xwetêkeliya nav karûbarên welatên erebî û gefa dijî ewlehiya netewî û sitirandina terorîstan tawanbar kirine.

Mîrê Kuwêyîtê herwisa duşemê şev jî tev Şêx Temîm Bin Hemed Alê Sanî mîrê Qeterê bi riya telifûnê axivî û daxwaza kêmkirina aloziya dinavbera endamên konseya hevkariya Kendava Farsê kir.

Ebdullahê dudyan şahê Urdinê jî îro dê seredana Kuwêyîtê bike ta ku tev Mîrê vî welatî li ser çawaniya çareserkirina vê kirîzê gotûbêjê bike.

Uman û Kuwêyîtê ji van du welatên başûra Kendava Farsê ne ku hîn ji vê kiryara Erebistanê piştevanî nekirine û peywendiyên xwe tev Qeterê parastine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu