AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Boykotên nû yên Amerîkayê li dijî Îranê

Wezareta Xizînedariya Amerîkayê çend teşkîlatên din bi tawana pêwendî û hevkariya bi Îranî re xist nav lîsteya boykotên xwe.

Ajansa Reutersê ragihand ku Wezareta Xizînedariya Amerîkayê duh balafirên riya hewayî ya Fars Airê ya Qişmê û kompaniya rêwiyan a Flight Travel ya li Yêrîwana Ermenistanê xiste nav lîsta xwe ya boykotan.

Li gor vê nûçeyê boykotên dasepandî yên li dij Îranê bi îdiaya «Xebata li dijî Terorîsmê» cih tên û li vê çarçovê de welatî û kompaniyên amerîkî jî nikarin bi teşkîlatên boykotbûyî pêwendiya xwe hebin.

Başa dön tuşu