AsyaNûçe

Îsraîl û Amerîkayê dîsa hişyarî dan: Neçin Tirkiyê!

Amerîka û Îsraîlê, hişyarî dan welatiyên xwe û ji wan xwestin, serdana Tirkiyê nekin, yên li Tirkiyê ne jî ji wî welatî derkevin.

Balyozxaneya Amerîkayê li Enqereyê duh ji welatiyên amerîkî xwest ku serdana çend bajarên Tirkiye wek Hatay, Kilîs, Dîlok, Riha, Şirnex, Amed, Wan, Sêrt, Mûş, Mêrdîn, Êlih, Çewlîg, Dêrsîm, Çolemêrg, Bedlîs, Elezîz, Edene, Îzmîr û Muglayê nekin.

Îsraîlê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku metirsiya êrişa DAIŞê û rêxistinên din ên terorîstî li dijî welatiyên îsraîlî û biyanî yên li Tirkiyê zêde bûye ji ber wê jî bila welatiyên îsraîlî serdana Tirkiyê nekin û yên li wir jî di demek kurt de ji wî welatî derkevin.

Di heyama 2 hefteyên borî de herî kêm 3 caran Amerîka û Îsraîl hişyarî dane welatiyên xwe û ji wan xwestine neçin Tirkiyê. (ÎSLÂMİ DAVET KURDÎ)

Başa dön tuşu