İslami Davet Kurdi Bange İslami

22 miliyon yemenî hewcedarê alîkariyên însandostiyê ne

Berdevkê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê bi gotina vê yekê destdirêjiya hevpeymaniya siûdî li ser Yemenê encamên bi karesat hebûne, got: Zêde ji 22 miliyon kes ji yemeniyan a niha hewcedara alîkariyên însandostiyê ne.

Berdevkê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê, Zeyfullah Şamî roja Duşemiyê li civîna çapemeniya hevpar li ser mijara cinayetên destdirêjkeran li ser Yemenê, li Senayê got: Ji destpêka destdirêjiya leşkerî li ser Yemenê heta dawiya sala 2018an, 15 hezar û 359 yemenî şehîd û zêde ji 24 hezar kes jî birîndar bûne.

Şamî her wiha got: Ji dema destdirêjiya leşkerî li ser Yemenê, zêde ji 17 hezar û 600 nexweş ji ber berdestnebûna dermana baş, mirine.

Exit mobile version