FilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

22 rojnamevan di nav zindanên Rêjîma Siyonîst da ne

Komîteya Piştgiriya ji Rojnamevanan a Filistînê Îniyê bi şev bi daxûyaniyekê ragihand ku aniha 22 rojnamevan di nav zindanên Rêjîma Siyonîst da ne.

Li gorî rapora IRNAyê, Komîteya Piştgiriya ji Rojnamevanan a Filistînê bi gotian vê ya Rêjîma Siyonîst her tim rojnamevanan serkut dike, ragihand ku çekdarên Rêjîma Siyonîst ji destpêka xwenîşandana Mafê Vegeriyanê li Zîvala Xezeyê heta niha 340 rojnamevan û nûçegihanên filistînî birîndar kirine.

Komîteya Piştgiriya ji Rojnamevanan a Filistînê pêştir ragihandibû ku armanca Rjîma Siyonîst a girtin, birîndarkirin an şehîdkirina rojnamevan û nûçegihanan, pêşîlêgirtina ji aşkirabûna cinayetên vê rêjîmê li dijî gelê bindest ê Filsitînê ye.

Başa dön tuşu