NûçeMafên MirovanRojhilatanavinSûriye

228 kes li Serêkanî û Girêsipîyê ji aliyê Tirkiyê û komên ser bi wê ve hatine girtin

228 kes ji xelkê Serêkanî û Girêsipîyê sala buhurî ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên ser bi wê ve hatine girtin.

Anegorî vê nûçeya ku li Ajansa Nûçeyan a Nour Press’ê hate weşandin, rêxistina hiqûqî ya Berevaniya ji goriyên şerrê li Sûriyê, rapora xwe ya salê li ser binpêkirinên mafên mirovan li 2 navçeyên Serêkanî û Girêsipîyê weşand.

Di vê raporê da hatiye ragihandin ku di sala 2022’an de zêde ji 228 kes ji xelkê van 2 bajar û navçeyan ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve hatine girtin ku ti agahiyek li ser çarenivîsa 130 kesan, ji wan 7 jin û 2 zarokan tine.

Anegorî rapora vê rêxistinê, tê texmînkirin ku di sala buhurî da girtin zêde bûne û şahidan jî gotine ku armanca van girtinan, pêkanîna tirs û xofê û neçarkirina van kesan ji bo terikandina navçê ye.

Ev kesana tawanbar in ku bi peywendiya wan bi rêveberiya navçeyên di bin kontrola Kurdan da heye û bi awayekî neqanûnî derbasî nav axa Tirkiyê bûne yan bêrêzî li navûdengê komên çekdar ên li van navçeyan kirine.

Başa dön tuşu