İslami Davet Kurdi Bange İslami

234 kes ji misilmanên Rohîngiyayê li Miyanmarê hatin girtin

Artêşa Miyanmarê li daxûyaniyekê li bara girtina 234 kes ji misilmanên Rohîngiyayê li parêzgeha Raxînê agahî da.

Li gorî rapora IRIB Newsê, artêşa Miyanmarê roja duşemiyê li daxûyaniyekê ragihand ji dema ku hêzên ewlehiyê kontrola parêzgeha Raxînê girtine destê xwe ji destpêka Cotmehê heya niha 69 kes ji misilmanên  Rohîngiyayê hatine kuştin û 234 kes hatine girtin.

Aertêşa Miyanmarê hin raporên derheq tund û tûjiya berfireh li dijî zarok û jinan û xopanên  agirberdana malan û navçên  xelknişîn li parêzgeha  Raxînê ji aliyê eskerîn vî welatî red kirin.

Lê hin medyan li bara kuştin û birîndarbûna  bi sedan misilmanên Rohîngiyayê li encama  êrişên  eskerên Miyanmarê li heftiyên buhurî agahî dane.

Parêzgeha Raxînê ku cihê jiyana kêmîna  misilmanên Rohîngiyayê û hevsînorê Bengiladişê ye ji dema  êrişa meha buhurî ya kesên  nenas ser navenda sînorî ku bû sedema  kuştina 9 eskerên Miyanmarê bi tedbîrên  eskerî tê îdarkirin.

Çavdêrê mafên mirovan li gor wêneyên setelaytê ragihand ku zêde ji 400 avahî li navça nearam a parêzgeha  Raxînê li heftiyên buhurî hatine  agirberdanê.

Misilmanên  Rohîngiyayê li parêzgeha Miyanmarê ji sala 2012`an  ketine ber azar û îza û kuştinê ji aliyê bûdayiyên  tundrew. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version