IraqNûçeRojhilatanavin

24 tax li Mûsilê hatine kontrolkirin

Şer li taxa Selam ya Rojhilatê Mûsilê berdewam e û fermandeyê operasyona Neynewa radigihîne ku 24 taxên bajarê Mûsilê kontrol kirine û berdewam in li ser paqijkirina rêyan ji mayin û bombeyan.

Cîgirê Fermandeyê Operasyona Hevbeş Ferîq Rukin Ebdulemîr Reşîd Yarulla ragihand ku li eniya başûrê rojavayê Mûsilê, yekîneyên polîsên federal berdewam in li pişkinîn û paqijkirina avahî û rêyên taxan ji bombeyên vedandî.

Ferîq Rukin Ebdulemîr Reşîd Yarulla herwiha eşkere kir ku li Eniya Rojhilat jî, yekîneyên Firqeya zirîpoş a 9 û liwaya 3 ya firqeya yekem, çûne nava taxên Intisar û Cedîde Muftî, Selam, Yûnis Sebawî û Filistîn.

Şaneya ragihandinê ya şer dibêje, ew çûne nava taxên Selam û Mîsaq û nexweşxaneya fêrkarî ya Selam kontrol kirine.

Li Mihwerê Zab jî yekîneyên Firqeya 9 û fermandeya Operasyona Neynewa berdewam in li ser pişkinîna navçeyên ku hatine azadkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu