EfxanîstanNûçePakîstanRojhilatanavin

25 endamên Talibanê li rojavaya Efxanistanê hatin kuştin

Berdevkê waliyê Heratê li rojavaya Efxanistanê ragihand ku 25 endamên Talibanê li vê vilayetê hatin kuştin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Awayê, Cîlanî Ferhad, berdevkê waliyê Heratê, roja Şemiyê ragihand: “Di encama operasyona paqijkirina hin pişkên bajaroka Zîrkûhê ya vê vilayetê ji endamên Talibanê û komên terorîst de, 15 endamên Taliban hatine kuştin û 9 kesên din jî birîndar bûn”.

Di encama operasyonên hewyî yên artêşa Efxanistanê ser baregehên Koma Talibanê li bajaroka Xûriyan a Heratê de jî bi dehan endamên Taliban hatine kuştin.

Di eynî demê de hêzên artêşa Efxanistanê, bjaroka Xenî Xêylê ya wilayeta Nengerharê ji hebûna Koma Taliban û herwiha terorîstan paqij kirin.

Başa dön tuşu