
Li encama teqîna bombeyê li îsta lêgeriyê ya bajarê Lahûrê, navenda eyaleta Pencaba Pakistanê, 25 kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Li gorî rapora Reuters`ê, rayedarekî herêmî yê Lahûrê ragahnd: Berêvara çarşemiyê piştî teqîna bombeyê li îsta lêgeriyê ya polîs li Lahûrê, heft kes hatin kuştin û 18 kes birîndar bûn.
Hin çavkaniyên din ragahndin ku li encama teqîna bombeyê li rojava bajarê Lahûra Pakistanê, 30 kes ji wan heft polîs birîndar bûn.
Vî rayedarê agehdar destnîşan kir: Operasyona gîhandina alîkariyê li cihê teqîna bombeyê didome.
Heyder Eşref ji rayedarên polîsê Lahûrê jî got: Teqîn di dema guhertina postan û wextekê qewimî ku merasima mezhebî nêzîkî cihê bombedanînê li halê lidarxistinê bû.
Heya niha tu kes an komekê berpirsiyariya teqînê li Lahûrê Pakistanê negirtiye istûyê xwe.