EwropaIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

2500 terorîstên ewrûpî li Sûriye û Iraqê

Hevahengkerê Yekîtiya Ewrûpayê (YE) li şerrê dijî terorîsmê ragihand, nêzî du hezar û pênsed terorîstên ewrûpî li Sûriye û Iraqê hene.

Li gorî nivîsara heftenameya fransî ya Lopoenê, Jîl Do Kêrşov (Gilles de Kerchove) hevahengkerê Yekîtiya Ewrûpayê (YE) li şerrê dijî terorîsmê, bi weşandina raporekê ragihand, divê welatên ewrûpî xwe jibo rûbirûbûna bi diyardeya vegeryana terorîstan û cihanîna kiryarên xirabkerane amade bikin.

Li gorî vê raporê, li civîna sibê (îniyê 9`ê Kanûnê) Wezîrên Welatên Yekîtiya Ewrûpayê li Brûksêlê, wê mijara vegeryana terorîstan bo welatên ewrûpî were hilkolandin.

Nîşandayîna nîgeraniya rayedarên ewrûpî û amerîkî li bara vegeryana terorîstên li Iraq û Sûriyê, di rewşekê da ye ku ev welatane hertim piştgirên sereke yên komên terorîst bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu