IraqNûçeRojhilatanavin

260 hezar kes li Mûsilê ji dorpêça DAIŞê hatin rizgarkirin

Tê gotin ku hêzên Iraqî 260 hezar sivîl li aliyê rojava yê Mûsilê ji destê DAIŞê rizgar kirine.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê ji Mijdara par ve heta niha didome. Bi qasî ku fermandeyên artêşa Iraqê dibêjin, tenê çend taxên bajêr mane bên rizgarkirin.

Ji aliyekî din, beşek ji medyaya Iraqî ragihandiye, hêzên Iraqî îro li aliyê rojava yê Mûsilê 260 hezar sivîlên ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve wek mertal dihatin bikaranîn, hatine rizgarkirin.

Fermandeyekî Iraqî jî gotiye, wan derbên giran li çekdarên DAIŞê dane.

Hêzên Iraqî duh 12 gund li rojavayê Mûsilê ji destê DAIŞê derxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu