IraqNûçeRojhilatanavin

27`ê Tîrmehê salroja opêrasyona Mêrsadê, têkçûna koma têrorîst a Munafiqînê

Opêrasyona Mêrsadê dawîn opêrasyona leşkerî ya Îranê di şerê heştsalî da ye ku Iraqê ser Îranê de sepand.

27`ê Tîrmehê salroja opêrasyona Mêrsadê ye ku 25 salan berî niha di bersiva êrişa koma têrorîst a Munafiqînê ser axa Îranê de ji hêla leşkerên îranî va bi awayekî lezgîn hat lidarxistinê, bi awayekî ku di çend rojan de koma têrorîst a Munafiqînê ket halê têkçûna tam. Munafiqên welatfiroş tenê 4 rojan piştî qebûlkirina biryarnama 598`ê, ji bo lidarxistina opêrasyona Furûxê Cawîdanê bi alav û piştgirîya rêjîma Beis a Iraqê û hin welatên rojavayî ber bi Îranê va bi rê ketin. Munafiqan di sietên destpêka vê opêrasyonê de ku bi xeyala pûç a dagirkirina Têhranê û rûxandina pergala Komara Islamî ya Îranê destpê kiribûn de karîn 2 şarên Serpêlzehav û Islamavayê li Kirmanşanê dagir bikin lê dema ku xwe ji bo derbasbûna nav Kirmanşanê amade dikirin, ketin kemîna leşkerên Îranê ji wan hêzên hewayî yên artêşê. Maşîn, panzêr û tankên koma têrorîst a Munafiqînê ku ketibûn rêya Kirmanşanê, tam hatin şewitandin û têkbirinê û di encama bersiva lezgîn a hêzên çekdar ên Îranê li hemberî vê opêrasyonê de, derbên giran li vê koma têrorîst ket û têrorîstên Munafiqînê tûşî işkesteke giran bûn û dest bi revê kirin.

Di encama opêrasyona Mêrsadê de zêde 4800 têrorîstên Munafiqînê hatin kuştinê û birîndar bûn ku gellek kadroyên rêxistîyê û fermandeyên pileberz di nav wan e bûn.

Destê koma têrorîst a Munafiqînê li işkencekirin û kuştina 12 hezar kes ji gelê bê guneh ê Îranê heye.

Têrorîstên Munafiqînê li gorî pênaseya xwe ya xalifî û cinayetkirinê, zilim li gelê Iraqê jî kirin, nemaze di tepeserkirina hovane ya kurdên Iraqê, di çarçova opêrasyona Enfalê (1988-1989) de ku bi sedan hezar kurd hatin kuştinê, bi rêjîma Beis a Sedam re hevkarî kirin.

Başa dön tuşu