FilistînNûçeRojhilatanavin

HAMAS`e jî di salvegera dayîna daxûyaniya Balforê ragihand ku daxûyaniya Balforê dizzîna dîrok, şaristaniyet û jiyana gelekî bû

HAMAS`e li daxûyaniya xwe di sedemîn salvegera Daxûyaniya Balforê ragiahn dku Inglîsê şaşitiya dîrokî derheq gelekî ku bi çand û dîrok bû, pêk anî û ev welata divê roja îro bi awayekî aşkira ji gelê Filsitînê lêborînê bixwaze.

HAMAS`e her wiha ragihand: Balfor ku li ser esasa xala “Dayîna erdê bê gel bo gelê bê erd“ hat derxistin, sozek bû ku rastiyên dîrokî ew derew zanîn. Gelê Filsitînê wekî darên Zeytonê koka wan li welatê xwe; Balfor daxûyaniyeka derewîn û dizzîna dîrok, şaristaniyet û jiyana gelekî bû.

Di dewama daxûyaniya HAMAS`e de hatiye: “Artor Cêymz, wezîrê karên derve yê wê demê yê Ingilîsê ehmeqî kir, dem aku wî îdia kir ev welatan yanê Filsitîn bêyî gel e û kêfxweşiya niha ya Trêza Mêy, serokwezîra Inglîsê ji vê daxûyaniyê, tiştek ji billî dewama ehmeqiya Balfor û berçavnegirtina mafên gelê Filistînê nîne.“ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu