Ev 29 sal in ku kurdên Iraqê li rojên dawiyê yên salê, salvegera trajediyeke însanî ya sedsala bîstan yanê karesata bombebarana kîmyayî ya Helebçeyê ji aliyê Rejîma sernixûnbûyî ya Beisê va li dar dixin.
16`ê Adara1988`an, balefirên Rejîma Beisa Iraqê ser fermana Sedamê îdambûyî, toza mirinê li Helebçê reşandin û duvre 5 hezar mêr û jin û zarok mîna belgên hişk li xerîbiyeke bêdeng jibo cara dawiyê serê xwe danîn ser axa welatê xwe.
Ev karesata li nava coç û kelecana gelê xizan û belengaz ê Helebçeyê û berberê cejna dîrokî ya Newrozê û cejna hêşinî û jiyana dubare ya xwezayê qewimî.
Karesata ku nehişt dul û darên kolan û çarsiyên bajarê biçk û çiyayî yê Helebçeyê hişin bibin û qêrîn û kalîna dergûşan ser sîngê diyên wan fetisand.
Di bihara wê salê da Helebçe di bin dûkel û êş û birînan hêşin nebû.
Buyera Helebçeyê tenê kuştina gelekî ji aliyê dîktatorekî bêrehm nîne, belkî mîna buyerên Hîroşîma û Nakazakiyê, sembola qonaxeke reş a dîroka siyasî û şerekî ne-asayî û encama siayseta welatên rojavayî û lihevkirina rêxistinên navneteweyî û zordestan e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)