ÎranLubnanNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Hilbijartinên parlemanî yên Lubnanê na bo Emerîka û Siyonîzmê bû

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê serketina tevgera Berxwedanê li hilbijartinên parlemanî yên Lubnanê pîroz kir û vê hilbijartinê weke na ya xelkê Lubnanê bo Emerîka û Siyonîzmê da zanîn.

 Elî Larîcanî serokê meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê li destpêka civîna  eşkere ya îro sêşemiyê ya meclisê, bala xwe da ser lidarxistina hilbijartinên parlemanî yên Lubnanê û got: Bi kavilkirî û diravê qirêj ku Emerîka û siyonîstan û hevpeymanên wan li navçê li Lubnanê xerc kirin, xelkê wêrek ê Lubnanê li ser sindûqên dengan gotina xwe ya sereke kirin ku hema Na bo Emerîka û siyonîstan bû.

Serokê meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê destnîşankir: Donald Trump serokkomarê Emerîkayê divê bizane ku  bersiva  zexta eskerî û siyasî li dijî xelkê anvçê, dengê bilind ê gelên mezlûm e ku li hember zordariya wan radiwestin.

Larîcanî her wiha got: Îro du tevgerên  giring li navçê tên dîtin: Tevgera  ewil, tevgera paşvero ya ser bi dîktatorî û Emerîkayê û tevgera din demokrasîxwazî ye ku mînaka wê li hilbijartinên Lubnanê û hilbijartina Tûnisê û bi hezkirina xwedê li Iraqê hûnê bibînin.

Serokê meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê xitabî serokkomarê  Emerîkayê destnîşan kir: Encama  rezaletên ewlehiyê yên Emerîka û siyonîstan li alîkariya bo terorîstan li salên derbasbûyî li dengê gelê wêrek ê Lubnanê bibînin û şikê nekin ku  neberpirsiyarbûna  li mesela navokî  jî dê encameke hema wisan hebe.

Wezîrê karên hundir ê Lubnanê encama hilbijartinên parlemana vî welatî û pêkhateya parlemana nûneran ku li gor wê 67 kes ji 128 nûnerên çûyî bo parlemanê ji Hizbullaha Lubnanê û hevpeymanên Hizbullaha Lubnanê ne, raghand.

Başa dön tuşu