ÎranNûçeRojhilatanavin

3 çalakên mafên mirovan ên cîhanî li Îranê hatin xelatkirinê

3 çalakên mafên mirovan ên cîhanî bi amadebûna serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê li Têhranê hatin xelatkirinê.

Li gorî rapora nûçegihanê me, Di roja Rêzgirtina li Mafên Mirovan û Rûmeta Insanî de, Elî Lênîstad serokê Navenda Islamî ya Norwêjê û serokê Kmeleya Islamî ya Oslowê ji ber karên mirovdostîyê yên têkildarî alîkarîya bo awareyên filistînî, Şîx Ekreme Seîd Sebrî pêşnimêjê Mizgevta Eqsayê wekî pêşenga parastina nasnama islamî ya Qudsê û Rukn ul Zeman Ensarî hevdengkirê medreseya zarokên rûhîngîyayî li bengiladêşê ji ber rola bibandor di warê berevanîya ji mafan û alîkarîya bo awareyên misilman ên rûhîngîyayî de bi xelata Mafên Mirovan a Islamî hatin xelatkirinê.

Herwiha di vê merasimê de ji ber rola bibandor di warê berevanîya ji mafan û alîkarîya bi awareyên misilman ên rûhîngîyayî de rêz li Mihemed Eyaz rêvebirê Encumena Imkanên Rehetîyê ya Misilmanên Rûhîngîyayê hat girtinê.

Merasima Bibîranîna Roja Mafên Mirovan û Rûmeta Insanî û pêşkêşkirina çaremîn xelata Mafên Mirovan a Islamî duh bi amadebûna serokê Dezgeha Dadwerîyê, sêkrêtêrê navenda Mafên Mirovan a Îranê û sefîrên 10 welatan li Têhranê hat lidarxistinê.

Başa dön tuşu