EwropaNûçe

3 Endamên DAIŞê li Kanadayê cezayê girtîgehê xwarin

3 kesên ku endamên rêxistina terorîst a DAIŞê bûn li Kanadayê li dadgehê hatin darizandin û cezayê girtîgehê xwarin Navenda Nûçeyan — Doza 3 endamên DAIŞê li Dadgeha Bilind a eyaleta Ontarioya Ottowayê hat kirin. Di doza herdu birayên cêwî yên şikber Ashton û Carlos Larmond fealiyetên wan ê navbera 1ê Tebaxa 2014an û 9ê Berfenbara 2015an qeydiyên vîdyoyan wekî delîl nişandan.

Bersûc Suleyman Muhammed di îfadeya xwe de tevlîbûna karen terorî ya herdu birayên cêwî îtiraf kir. Her wiha Dozgerê Qraliyetê yê Kanadayê Douglas Curliss jî di îdÎanameya xwe de got: “Ashton Larmon plana çûna Sûriyeyê ku tevlî rêxistina terorîst a DAIŞê bibe û însanan bikuje dike.” Parêzerê Ashton Larmond Joseph Addelman di parastinê de ragihand ku mûwekkilê wî tiştê ku dozgerî îdîa dike di serê xwe de jî derbas nake û ew bixwe baweriyê pê nayîne. Herî dawî dadgehê ji bo Ashton Larmond 17, ji bo cêwiyê wî Carlos Larmond û Suleyman Muhammed 7 sal cezayê girtîgehê birin. Hetanî nîvîyê cezayê xwe derbas nekin jî dê nikaribin ji serbestberdana şertî fêde bibinin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu