ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Vekirina derbasgeha teze ya derfirotinê li sînorê Îranê û Iraqê

Parêzgarê Îlamê li rojavaya Îranê û parêzgarê parêzgeha Wasitê ya Iraqê ji bo vekirina drbasgeha nû ya derfirtonê li sînorê Çengûlê (Changuleh) bi armanca zêdekirna derfirotinê li hev kirin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Qasim Silêmanî Deştekî parêzgarê Îlamê û Mehmûd Ebdulriza Telal parêzgarê parêzgeha Wasitê ya Iraqê roja Îniyê li civînekê li Îlamê, tevî lihevkiirna ji bo birêxistina derbasgeha nû ya derfirotinê heta Erbeîna Hisênî anku 30ê Cotmeha 2018an, mijara kêmkiirna tarif pû nirxnameyên kgomrokî jî hilkolandin.

Silêmanî Deştekî li vê civînê got: Sînorê Çengûlêk jî xwedan binavahiyên guncan e ku rê li ber berhevbûna zêde ya erebe û kelûpelan li vê deverê digirte.

mehmûd Ebdulriza Telal jî li vê civînê li ser çareserkirina astengî û berbendiyên gomrokî navbera Îranê û Iraqê ji bo zêdekirina danûstandinên bazirganiyê pêgirî kir.

Li gorî texmîn û statîstîkên Rêxistina Berfirehkiirna Bazirganiya Îranê, asta danûstandinên ticarî navbera Îranê û Iraqê di sala bihurî anku sala 2017an da, qasî şeş miliyar û 502 miliyon dolarî bû.

Başa dön tuşu