ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê êrişa têrorîstîya ser nexweşxana Kabolê şermezar kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê êrişa têrorîstî ya ser nexweşxanekê li Kabola Efganistanê mehkûm kir.

Behram Qasimî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê tevî nemirovane û têrorîstîzanîna êrişa ser nexweşxanekê li Kabolê, xwe şirîkê xem û êşa dewlet, gel û malbatên gorîyên vê cinayetê zanî.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê vîyan û hevdengîya cehanî û girtina pêşîya alîkarîyên madî û meinewî jibo komên têrorîst, wekî tenha rêya sekinîna li hemberî têrorîsmê li herêmê û Efganistanê da zanînê.

Di encama sê teqînên bidûhev vê sibê li nêzîkî nexweşxana serbazî ya Serdar Mihemed Dawûdxan û sefareta Amerîkayê li devera dîplomatnişîn a Wezîr Ekberxanê li bajarê Kabolê da, zêde ji 30 kesî hatin kuştinê û 60 kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu