Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

DAIŞ çûnehata bajêr û veguhestina agahiyan xelkê Reqqa qedexe kir

Bi destpêkirina operasyona rizgarkirina Reqqayê re rêxistina terorîst DAIŞ çûnehata bajêr û veguhestina agahiyan li xelkê qedexe kir.

Li gor zanyarîyên bizavkarên bi navê, ‘Bi bêdengî qira Reqqayê tînin’ (Raqqa Being Slaughtered Silently) bi operasyona rizgarkirina Reqqayê ya ku bi pêşengiya HSDê destpêkiriye re, hemû pêwendiyên bajêr bi derve re hatine qût kirin.

Bizavkar dibêjin, DAIŞ kontroleke dijwar li ser înternetê û qenalên satelaytê pêk tîne ku gelekî zehmet e ji Reqqayê agahîyên derve werin standin.

Heman bizavkar didin xuyakirin, ji bo xelkê bajêr bidestxistina zanyarî û agahîyên ji derve xeteriyeke mezin e û DAIŞ tenê rê dide belavkirina wan agahî û gotegotên mîna; hêzên operasyonê gelek windayîyan didin û dê nikaribin Reqqayê kontrol bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu