AsyaNûçe

3 leşkerên artêşa Azerbeycanê hatin kuştin

Piştî ragihandina agirbesta yekalî ya artêşa Azerbeycanê di şer û pevçûnên şevêdin a navbera artêşa Ermenistan û Azerbeycanê de 3 leşkerên azerî hatin kuştin.
Hat ragihandin ku hêzên êrmenî ji bo herêmên ku ji dest wan çûne, bi dest bixin li herêmên Axdere, Terter, Hocavend û Fûzûlî êrîşî çeperên artêşa Azerbeycanê dike.

Li gorî daxuyaniyê duhî serê sibê heta êvarê di pevçûnan da ji hêzên êrmenî gelek kes mirin, wesaîtên leşkerî ên Ermenîstanê hatin îmhakirin. Hat gotin ku di pevçûnan da ji artêşa Azerbeycanê 3 leşker hatin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu