EfrîqaNûçe

Li ‪Taywanê‬ agir girte otobusa turîstan: 26 mirî

Li Taywanê otobusa ku turîst têde bûn agir girtê, di encama agirtina otobusa turîstan de herî 26 turîstan jiyana xwe ji dest dan.

Otobusa turîstan ku li bajarê Taoyuana Taywanê turîst tê de bûn û di rê de diçû agir girtê. Li gorî zanyariyên destpêkê ji ber şewatê di otobusê de herî kêm 26 turîstan jiyana xwe ji dest dan.

Otobusa turîstan ku duhî ji bajêr ber bi balafirxaneyê ve diçû ji ber sedemeke nediyar agir girtê. Di otobusê de herî kêm 26 turîstan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî ajansa Taiwan Newsê piraniya turîstan hemwelatiyên Çînê ne.
Li gorî çavkaniyên herêmî di otobusê de ajoker, 2 rêberên turîstan û 23 rêvî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî dîmênan otobusê li bariyerên li ser rê qelibî û paşî duxan jê bilind dibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu