NûçeRojhilatanavinSûriye

Hêzên îstixbaratî yên Sûriyê li Idlibê bi cih bûne

Li gorî wêneyên hatî weşandin li torên civakî yên hêzên îstixbaratî yên Sûriyê li hejmarek ji gund û bajarokên parêzgeha Idlibê ku ji aliyê terorîstên bereya El- Nusre û komên din ên terorîstî ve hatine dagirkirin, bi cih bûne.

 Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Fars Newsê, û ji zarê malpera nûçan a Merselûnê, hêzên îstixbaratî yên Sûriyê bi çûyîna nava Idlibê, hin wêneyên  îstên lêgeriyê û navçên bin dagirkeriya  terorîstan li vê parzêgehê weşandin ku nîşana  rewşa  aloz a ewlehiyê ya terorîstan e.

Li gorî vê raporê, bicihbûna van hêzana  dê derbeyeke giran li pêkhateya fermandeyên komên terorîstî û endamên wê xîne bi taybet ku bicihbûna van kesana hevgav e bi amadekariyên   operasyona artêşa Sûriyê bo azadkirina  parêzgeha Idlibê.

Artêşa Sûriyê niha bi sedna tank,  panzer û trimbêlên cengê û bi hezaran hêzên xwe kom kirine ku operasyona eskerî ya azadkirina Idlibê û Rîfa Hemahê destpê bibe.

Li gor nûçeyeke din, karzanekî eskerî yê Sûriyê ku nexweşst navê wî eşkere bibe, raghand: Welatê wî ev hêza heye ku li hember her cure êrişa muhtemel a Rejîma Siyonîstî ser hin navşendên Iraqê, beriya destpêbûna  vê êrişê, wê ji Bexdayê re raghîne.

Avîgdor Lîbermen wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîstî du rojan berî niha cardinê bi vê îdiayê ku Telavîv li her derê li hember gefa Îranê disekine, gefa êrişa eskerî li Iraqê xwar.

Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên teroîstî yê ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên  wê ve piştgirî dibin, ji bo guhertina muadileyên  navçê ser qezanca  Rejîma Siyonîstî destpê bû.

Başa dön tuşu