NûçeCîhan

300 balefirên Boeing di bin metirsiya teqîna li hewayê de ne

Rojnameya Daily Mail li ser hişyariya Rêveberiya Hewayî ya Federal a Amerîkayê ragihand, dibe ku nêzîkî 300 firokeyên Boeing 777 di hewayê de biteqînin, ji ber qutbûna têlên elektrîkê yên li nêzîkî tankerên sotemeniyê.

Rojnameyê di raporta xwe de amaje bi wê yekê kir ku di destpêka vê salê de kêmasiyeke kujer di fîloya din a firokeyên Boeing de hatiye dîtin.

Li gora ku rojnameyê ji daxûyaniya Rêvebiriya Hewayî ya Federalî ragihandiye, kêmasî di 300 firokeyên Boeing de hene ku ji ber kêmasiyê di bin metirsiyê de ne, di nav wan de firokeyên ku United û American Airlines bikar tînin.

Rêvebiriya Hewayî ya Federal texmîn dike ku sererastkirina kêmasiyê di hemû 292 balafirên Boeing 777 de dê zêdetirî 698,000 dolar be, di heman demê de nirxa bazarê ya pargîdaniya Amerîkî bi mîlyaran dolar tê texmîn kirin.

Rêveberiya Dewletên Yekbûyî Adara borî hişyariyek dabû û heya 9ê Gulana 2024-an bersivek ji Boeing xwestibû, lê ne diyar e ku pargîdanî wusa kiriye an na.

Di van demên dawî de, gelek rapor li ser pirsgirêkên teknîkî yên firokeyên Boeing hene, di nav wan de xirabûna firokeya serokê Polonya û daketina fişarê di kabîna Balafirgeha Alaska Boeing 737 MAX 9 de.

Di destpêka vê mehê de, Rêveberiya Hewayî ya Amerîkî lêpirsînek nû li dijî Boeing dest pê kir, piştî ku karmendên pargîdanî daneyên kontrolê yên li ser Boeing 787 Dreamliner sexte kirin.

Başa dön tuşu