IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

300 çekdarên terorîstîyên Nusrayê bo Idlibê tên veguhastin

Tê ragihandin ku 300 çekdarên rêxistina terorîstî El Nusrayê tevî malbatên xwe ji Gutaya rojava ji bo bajarê Idlibê tên veguhastin.

Li gor Sputnikê ku nûçeya xwe dispêre jêderekî leşkerî 300 çekdarên Eniya Nusrayê ku weke rêxistineke terorîst tê qebûlkirin, tevî malbatên xwe ji bajarokê Beyt Cîn a Gutaya Rojava ji bo bajarê Idlibê hatine veguhastin. Herwiha tê gotin ku wan çekdaran beriya ku ji herêmê veqetin baregehên xwe şewitandine û goristana li herêmê jî rûxandine.

Tê gotin ku Heyva Sor a Sûriyê û Xaça Sor a Navdewletî li gel karwana çekdaran e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu