Pêşnimêjê nijêja înîyê yê Têhranê bal kişand ser komployên Amerîkayê ji bo ku derbê li Komara Islamî ya Îranê bide û got: Amerîkayê û hevgirtîyên wê di salên buhurî de bi caran sîle ji Îranê xwarine.
Hucet ul islam Kazim Sêdîqî li xutbên nimêja înîyê ya Têhranê herwisan got: Amerîka, Erebistanê û hevgirtîyên wan fikir dikirin ku bi pêkanîna koma têrorîst a DAIŞ`ê hilêxistina mesela cidabûna Kurdistana Iraqê ji vî welatî, mesela Libnanê, lawazkirina bereya berxwedanê û dagirkirina Iraqê dikarin Îranê tenê bihêlin lê Îranê bi saya tivdîra rêberê giranqedir ê inqilaba islamî sîleyeke mehmek li wan da.
Hucet ul islam Kazim Sêdîqî herwiha bi pîrozkirina dehika fecrê, serketina Inqilaba Islamî moicizeyek zanî û got: Pêşketinên Îranê di warên navokî, pizişkî, mûşekî, nanoyê û bêminetîya di gellek waran de ji destkevtên serketina inqilaba islamî ya Îranê ne.
Xetîbê nimêja înîyê yê Têhranê got: Serketina inqilaba islamî bû sebeb ku serxwebûn û rûmet bizvire gelê Îranê û welat idî bi destê zorbêjan neyê talankirin.