IraqNûçeRojhilatanavin

31`emîn salvegera komkujîya Enfalê

Bi boneya sî û yekemîn salvegera Komkujîya Enfalê îro merasimên curbicur li şar û gundên Herêma Kurdistanê bi amadebûna rayedarên dewleta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin lidarxistinê.

Îro Yekşem 14`ê Nîsanê 31`emîn salvegera Komkujîya Enfalê ye û bi vê boneyê li şarên Herêma Kurdistana Iraqê ji wan Hewlêr, Silêmanîye, Duhok, Helebçe, Çemçemal, Kelar û hwd û hin gundan ji wan Dîbinê merasima bibîranîna gorîyên vê komkujîyê hat lidarxistin. 

Rayedarên curbicur ên Iraqê û Herêma Kurdistanê ji wan nunerê Serokwezîr û Cîgirê Serok û hejmarek parlimanter û rayedarên dewlet û partîyan, kesayetîyên Herêma Kurdistanê û xizm û kesên gorîyên Enfalê û paşmayîyên vê komkujîya hovane di vê merasimê de pişkdar bûn.

Seredana gornên gorîyên Enfalê li deverên curbicur ên Herêma Kurdistanê pişkeke din a vê merasimê bû û xizm û kesên gorîyan û paşmayîyên Enfalê xwestin ku sebebkar û kesên destê wan di vê cinayetê de hebûye, werin muhakimekirin û cezakirinê.

Di encama opêrasyona Enfalê de ku ji sala 1988`an û di çend qonaxan de ji hêla rêjîma Beis ve hat lidarxistinê, zêde ji 180 hezar Kurd bi şêwazên herîhovane û dilreqane hatin kuştinê û di gornên komkî de hatin definkirinê û hela jî tu xeberek ji bi dehan hezar kes ji gorîyên vê komkujîyê tineye û bi sedan gundên Kurdnişîn bi erdê ra kirin yek û heta niha gellek gornên komkî yên gorîyên Enfalê hatine peydakirinê û duh gorneke komkî ya nû ya gorîyên Enfalê li Parêzgeha Musennayê li başûra Iraqê hate peydakirinê. 

Başa dön tuşu