BehreynNûçeRojhilatanavin

Hikmê zîndanê ji bo du çalakvanên jin ên behreynî

Dadgeha Rejîma Alê Xelîfe, li dewama kiryarên xwe yên bi dijminatî li hember înqilabiyên behrêynî, du çalakvanên jin mehkûmî zîndanê kir.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Ajansa nûçeyan a MEHR`ê, dadgeha Rejîma Alê Xelîfe, Fuziye Maşaelah, çalakvana behrêynî ya ku hatibû girtin, mehkûmî salekê hebsê kir.

Ev dadgeha herwiha Medîne Elî, çalakvana din a behrêynî bi tometbariya pûç a cihanîna çalakiyên dijî dewletê, mehkûmî sê salan hebsê kiriye.

Rejîma Alê Xelîfe li dewama siyasetên xwe yên bidijminatî li hember ruhanî û alimên şîe yên Behrêynê, Şêx Hesen El Alî, xetîbê behrêynî jî girt.

Li gorî gotina Celal Fîrûz, parlimanterê berê yê Meclisa Behrêynê û yek ji çalakvanên hiqûqî yên vî welatî, Behrêyn bi zêde ji pênc hezar zîndaniyên siyasî, pileya yekemîn di nava welatên cîhanê da heye.

Behrêyn ji 14`ê Sibata sala 2011`an ve bûye şahidê înqilaba gelanî ya dijî Rejîma Alê Xelîfê.

Xelkê Behrêynê azadî, pêkhatina dadê û jiholêrabûna newekheviyê û serdestbûna pergaleka bijare li welatê xwe dixwezin lê Rejîma Alê Xelîfe bi piştgîriya welatên rojavayî û alîkariya leşkerên Siûdî û memûrên ewlehiyê yên Imaratê ku di çarçoveya hêzên Mertala Cizîrê li Behrêynê bicih bûne, xwenîşandanên gelanî yên li vî welatî serkut dike.

Rejîma Alê Xelîfe ji bo serkutkirina nerizamendiyên gelanî yên li vî welatî, hejmareka zav a rêberên neyar girtine û ji bo wan dosyeyên curbicur çêkirine û ew mehkûmî zîndanên demdirêj kirine.

Başa dön tuşu