Li encama ketina vînçeke avahîçêkirinê li bajarê Telavîvê li Filistîna dagirbûyî herîkêm 32 kes hatin kuştin an birîndar bûn.
Li gorî rapora Press TV`yê, polîsê Rejîma Siyonîst roja duşemiyê ragihand ku ji ber ketina vînçekê ji ser avahîyeke lihalêçêkirinê li bajarê Telavîvê li Filistîna dagirbûyî 2 kes hatine kuştin û herîkêm 20 kes jî birîndar bûne.
Herîkêm 10 karkirên avahîçêkirinê jî ketine bin kavilên avahîyê û çarenivîsa wan hîn diyar nîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)