ÎranNûçeRojhilatanavin

Êrîşa têrorîstên PJAK`ê li Merîvanê hat pûçkirin

Fermadarê Sipahê parêzgeha Kurdistanê ragihand ku tîmeke dijî înqilabê li navçeya Gulçîderê ya girêdayî bi şaristana Merîvanê hat têkbirin.

Fermadarê Sipahê parêzgeha Kurdistanê ragihand ku tîmeke dijî înqilabê li navçeya Gulçîderê ya girêdayî bi şaristana Merîvanê hat têkbirin.

Serdar Mihemed Hisên Recebî fermandarê Sipahê parêzgeha Kurdistanê li Sineyê got: “Endamên komeke têrorîst a ser bi PJAK`ê ku dil hebûn derbasî nav welêt bibin, ji aliyê hêzên Sipahê parêzgeha Kurdistanê va hatin naskirin û bi hişiyariya hêzên Sipahê neçar man ku birevin“.

Wî got: “Van şerxwazên çekdar ên dijî Înqilabê bi çekên sivik û nîvgiran dest bi kewkîkirina RPG`ê kirin lê RPG njeteqiya“.

Fermandarê Sipahê parêzgehas Kurdistanlê her viha got: “Piştî revîna têrorîstan ji derdora navçeya Gulçîderê ya ser bi şaristana Merîvanê çend çekên wan li pey man û hatin zeftkirin“.

Di heyama çend mehên buhurî da hêzên ewlekariyê yên Îranê bi caran tev komên têrorîst li navçeyên sînorî yên welêt şer kirine û planên wan ên têrorîstî pûç kirine. Li van şer û pervçûnan hejmareke zêde ya tawanbaran hatine girtin û hin teqemenî di destê wan da hatine peydakirin.

Sipahê pasdarên Înqilaba Islamî ya Îranê roja sêşemiyê, 4`ê Cotmeha 2016`an, qala kuştina 12 kes ji endamên tîmeke dijî înqilabê li sînorên Kirmaşanê kir.

Serdar sertîp pasdar Mighemed Pakpûr fermandarê hêja bejahiylê ya Sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê ragihand ku ev kesana li şer û pevçûna digel hêzên biryargeha Necefê ya hêza bejahiyê ya Sipahê li navçeya sînorî ya parêzgeha Kirmaşanê hatin kuştin.

Beşa peywendiyên giştî ya Sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê di nîveka meha Hezîrana 2016`an jî qala kuştina 12 kes ji têrorîstan li şer û pevçûnên bakûrê rojavaya weklêt kiribû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu