IraqNûçeRojhilatanavin

33 Terorîstên DAIŞê li parêzgeha Selahedînê hatin kuştin

Terorîstên DAIŞ`ê du êriş li parêzgeha Selahedînê ya bakûrê Iraqê cih anîn ku her du rastî bersiva hêzên xwebexş û gelanî yên Iraqê hatin û bê encam kuta bûn û di encamê de 33 terorîst hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Kanala Al-Alamê ragihand ku hêzên gelanî û xwebexş ên Iraqê li devera Zûye û gundê Eyn El-Beyze ya devera çiyayî ya Mekhûlê li bakûra parêzgeha Selahedînê du operasiyonên DAIŞê bê encam hêştin.

Li hemleya yekim 29 terorîst û li ya duyem de 4 terorîst hatin kuştin û pênc makîneyên wan jî îmha bûn û 5 terorîst jî birîndar bûn.

Li vî halî de dewleta Iraqê li dora bajarê Hîtê ya parêzgeha Enbarê li rojavayê Iraqê dêwarekê çê dike ji bo girtina pêşiya derbasbûna terorîstan nav wî bajarî.Ev bajara li despêka salê ji bin destê DAIŞê hat derxistin.

Li vî halî de jineke 60 salî li bajarê Teleferê ku pêra Daîka DAIŞiyan digotin û gişt kurên wê bûbûn endamên DAIŞ`ê bi hilweşandina dêwarê mala ku zevt kiribû xwe kuşt (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu