Wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê, piştî kutabûna civîna OPEC`ê, got ku Îran biryara endaman ji bo sekinîna ser biryarnama hevkariyê ya OPECê û ne OPECê piştrast dike.
Bi lihevkirina endamên OPEC`ê li civîna 174 an a vê rêxistinê li Viyenayê, sedî sed ser hevhatina hevkariya OPECê û ne OPECê ku mijdara 2016an hasil bûbû, hat tesbîtkirin.
Bîjen Zengene wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê kêfxweşiya xwe li bara sekinîna endaman ser hevhatina berê ya OPECê da xûyanê û destnîşan kir: Ev hevhatina hemen plan bû ku li hevdîtina tev rayedarên welatên din hatibû hilkolandin.
174`mîn civîna endamên OPEC`ê li Viyenê roja îniyê bi dawî hat û endamên OPEC`ê raghandin ku hevhatina berê ya OPEC`ê, mijdara 2016`an derheq kêmkirina berhemanînê heya asta yek milyon û 800 hezar bermîlê hema wisa di rojevê de ye.
Bîjen Zengene wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê piştî lidarxistina vê civînê raghandbû ku Îran dijberê her cure zêdekirina berhemnanîna nifta OPEC`ê ye ji ber ku bazar bi nebûna hevsengiyê rûbirû nîne.
Endamên OPECê, 30 Mijdara 2016`an biryar dan berhemanîna xwe klêm bikin û bighînin asta 32 milyon û 500 hezar bermîlê li rojê. Ev biryara ku ji Çilla 2017`an cuih hat. Li civînên din ên vê rêxistinê jî hat dirêjkirin da ku armanca zêdeyiya belavkirina cîhanî ya niftê tam cih were.