AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Bîjen Zengene: Îran biraya OPEC`ê piştrast dike

Wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê, piştî kutabûna civîna OPEC`ê, got ku Îran biryara endaman ji bo sekinîna ser biryarnama hevkariyê ya OPECê û ne OPECê piştrast dike.

 Bi lihevkirina endamên OPEC`ê li civîna 174 an a vê rêxistinê li Viyenayê, sedî sed ser hevhatina  hevkariya OPECê û ne OPECê ku mijdara 2016an  hasil bûbû, hat tesbîtkirin.

Bîjen Zengene wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê kêfxweşiya xwe li bara  sekinîna endaman ser hevhatina berê ya OPECê da xûyanê û destnîşan kir: Ev hevhatina  hemen plan bû ku li hevdîtina tev rayedarên  welatên din hatibû hilkolandin.

174`mîn civîna  endamên OPEC`ê li Viyenê roja îniyê bi dawî hat û endamên OPEC`ê raghandin ku  hevhatina berê ya OPEC`ê, mijdara 2016`an  derheq kêmkirina berhemanînê heya asta yek milyon û 800 hezar bermîlê hema wisa di rojevê de ye.

Bîjen Zengene wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê  piştî lidarxistina vê civînê raghandbû ku Îran dijberê her cure zêdekirina berhemnanîna  nifta OPEC`ê ye ji ber ku bazar bi nebûna  hevsengiyê rûbirû nîne.

Endamên OPECê, 30 Mijdara 2016`an biryar dan berhemanîna xwe klêm bikin û bighînin asta 32 milyon û 500 hezar bermîlê li rojê. Ev biryara ku ji Çilla 2017`an   cuih hat. Li civînên  din ên vê rêxistinê jî hat dirêjkirin da ku armanca zêdeyiya belavkirina  cîhanî ya niftê tam cih were.

Başa dön tuşu